Polîsên Tirk bi gaza îsotê û TOMA’yan li Kuçukçekmeceyê êrîş bire ser şêniyên taxê ku îstîsmarkirina zarokan protesto dikirin.
Li Stenbolê Kuçukcekmece, li taxa Kanaryayê hê kesên ku êrîşa cinsî birin ser zaroka 5 salî nehatî girtin, bûyereke weke vê li Taxa Ataturkê ya li Ikîtelliyê jî pêk hat û li ser vê gel xwe berda kuçeyan û buyer şermezar kir.
Ji bo ku êrîşkar werin girtin û darizandin, nav rojê li du taxan jî çalakî bûn, piştre êvarkî li Kanaryayê jî gel derkete kuçeyan. Çalakiya gel a bi dirûşma ”heq, hiqûq, edalet”, ”Kanarya şiyar be li zarokên xwe xwedî derkeve”, ”bêdeng nemîe biqîra, ji îstîsmarkirinê re na” heta bi derengiya şevê berdewam kir.
Piştî demekê pol3isan bi gaza îsotê û TOMA’yan êrîş bire ser gel.