Di lêpirsîna Recep Hantaş de ku ji hêla polîsan ve hate kuştin, peywira berhevkirina agahî û belgeyan ji Emniyetê spartin ser Jandarma.

Lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê têkilî Recep Hantaş, ê ku 14’ê Nîsanê li Amedê, li parka Sumerparkê ji hêla polîsên Tirk ve hatibû kuştin, guherî.

Parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner îtîraz kir ku di lêpirsînê de ya têkilî bûyerê ku ji 2 polîsan 1 jê hatibû girtin, berhevkirina agahî û belgeyan ji hêla tîmên Midûriyeta Şûbeya Asayişê ya Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr Amedê ve were kirin.

Parêzer Oner bi sedema ku polîsên tevlî bûyerê bûne bi ser yekîneyên emniyetê ve ne û bi têkiliyên xwe dikarin delîlan winda bikin, xwest ku peywira berhevkirina belge û agahiyan ji hêla tîmên jandarma ve were kirin.

Serdozgeriyê jî peywira berhevkirina agahî û belgeyan a têkilî lêpirsîna domdar da tîmên Fermandariya Jandarma.

Bi çarçoweya vê biryarê, kinên li ser Hantaş, çekên polîsan ên ku dema bûyerê hatine şixulandin ji bo ku mesafeya lêreşandinê diyar bikin şandina Bûroya Krîmînal a Fermandariya Jandarma ya Wanê.

Rapora pêş otopsiyê ya Hantaş, ji bo otopsiya berfireh dana Fakûleteya Tibê ya Zanîngeha Çûkûrovayê.

Dîmemên kamerayê ya kêliya bûyerê ji bo ku zelaltir bibin şandin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê (ATK)