Çalakiyên li Ewropayê yên li dijî tecrîdê û ji bo xwedîderketina berxwedana grevên birçîbûnê pêk tên, didomin.

Kurdistaniyan li gelek bajarên Elmanyayê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakî lidarxistin.

WUPPERTAL

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan her hefte çalakî tê lidarxistin. Çalakî li pêşiya City Arkadenê pêk tê, wêneyên çalakgeran tên hildan û li ser berxwedana greva birçîbûnê belavok tên belavkirin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadtê, jin ên ciwan ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê kaniyek bi rengê sor boyax kirin.

Çalakî bi wesîleya roja çalakiyan a  #7000gegenIsolation (7 hezar li dijî tecrîdê) li Luisenplatzê pêk hat.

HILDESHEIM

Li bajarê Hildesheimê, konê ku ji bo xwedîderketina li berxwedêrên greva birçîbûnê hate vedan, di hefteya 4’an de ye.

Çalakî ji aliyê Komuna Jinê ya Şehîd Meryem ve tê organîzekirin û di hefteya 4’an de Meclîsa Jinan a Şehîd Berçem Cîlo piştgirî da çalakiyê.

Kon li ber Dêra Jakobi hate vedan û li ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de êrîşa polîsên Tirk a li dijî dayikên Kurd hatin şermezarkirin.

MUNCHEN

Ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê, li bajarê Munchen ê Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakgeran bang li raya giştî, hikumetê û rêxistinên civakî yên sivîl kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

Li ser tecrîdê û berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, gelek belavok hatin belavkirin.