Çalakgera greva birçÎbûnê Nahîde Zengîn ku ji 14’ê Adarê ve li paytexta Brîtanya Londonê û ev 3 roj in li navenda Rêxistina Efûyê çalakiya xwe didomîne, rakirin nexweşxaneyê.

Çalakgera greva birçîbûnê Nahîde Zengîn ku bi armanca şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 14’ê Adarê ve li paytexta Brîtanya Londrayê û ev 3 roj in li navenda Rêxistina Efûyê çalakiya xwe didomîne, rehetsiz bû.

Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku 43 roj in li Londrayê di çalakiya greva birçîbûnê de ne beşdarî berxwedana greva birçîbûnê ya li Navenda Rêxistina Efûya Navnetewî bûbûn. Bi giştî li Navenda Rêxistina Efûyê 6 kes di greva birçîbûnê de ne û çalakiya xwe didomînin.

Vê sibê piştî ku deriyên avahiya Rêxistina Efûyê ji bo ketina hundir hate girtin Nahîde Zengîn û çalakgeran din ji derveyî avahiyê mabûn û negirtin hundir. Zengîn a ku tevahiya rojê di nava qelebalix û tozê de ma li pêşiya Rêxistina Efûyê rehetsiz bû. Zengîn ku xwîn ji difina wê hat û lêdana dilê wê zeyîf bû bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê.