Van rojan ku Erdogan gefan li sendîkayan dixwe û kedkaran çavtirsandî dike xwe hazir dikin ku 1’ê Gulanê derkevin kolanan.

Erdogan piştî têkçûna hilbijartina 31’ê Adarê kete tirsê ku girseya li derdora wî jê dûr bikevin û ji bo ku girseya xwe li dor xwe bigire, gef li sendîkayan, li kedkaran dixwe. AKP ya bi pêşengiya Recep Tayyîp Erdogan li şaredariyan zor li xebatkarên şaredariyan kir ku sendîkayên xwe biguherin, niha jî, piştî têkçûna li Stenbol, Enqerê û gelek bajarên mezin xebatkarên şaredariyê sendîkayê xwe biguherin û ji bo pêşî li vê bigire dest bi polîtîkaya gef û çavtirsandinê dike.

AKP ZEXTÊ DIKE KU SENDÎKAYÊN XWE BIGUHERÎNIN

Endamê Desteya Rêveberiya Tum Bel-Senê  Sati Buruncu got, AKP bi BHQ’yên dema  Rewşa Awarte bi hezaran kedkarên cameweriyê ji kar avêtine, ji sendîkaya wan 1.500 kedkarên rêveberiyê bê sedem, bêhiqûqî ji kar hatine avêtin û bi ser de hatiye nîqaşkirina bê ka kedkarên cameweriyê ku ji kar hatine avêtin di hilbijartinê de dikarin engê xwe bidin an na.

Buruncu got got li şaredariyên AKP’ê zext li ser kedkarên şaredariyê kirine da ku ji Tum Bel-Senê derkevin û bibin endamên Bem-Bîr-Senê.

1’Ê GULANÊ EW Ê NÎŞAN BIDIN EW LI DIJÎ HIKÛMETÊ LI GEL YEKÎTIYA KARKERAN IN

Buruncu got destdanîna li ser tazmînana qidemê, sepanîna mecbûrî ya BES’ê, baca giran a li ser kedkarên desteng, bêkarî û hejarî jiyan li wwan herimandiye û got, sedemên ku karker û kedkar têbikoşin ev in. Buruncu diyar kir 1’ê Gulanê yek ji wan rojên girîng e ku ji nîşan bidin ew naxwazin barê krîzê li wan were barkirin, ew li mafên xwe xwedî dertên û li dijî hikûmetê li gel yekîtiya karkerû kedkaran in.