Şêniyên Kobanê herêma “ewle” a ku Erdogan qal dike red kirin û gotin: “Dewleta Tirk a dagirker rojane li ber çavê me komkujiyan pêktîne û niha jî rojane derdikeve ser ragihandinê û dibêje ‘ez ê herêma ewle li Rojava çekim’. Pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye ji ber ku herêmên me ewle ne.”
Piştî ku QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê yanî hevkarên Tirkiyê têk bir, carek din Tirkiyê dest bi rojevkirina herêma “ewle” kir. Dewleta dagirker dixwaze bi vê hêncetê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û bike meskenê hişmendiya DAIŞ’ê. Lê şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyê yên ku DAIŞ tekbirin, qebul nakin ku carek din bi hinceta herêma qaşo ewle, hişmenidya DAIŞ’ê vegere herêmê.
Şêniyên Kobanê jî nerazîbûnên xwe ji bo herêma qaşo ewle ji ajansa me re vegotin. Şêniyan got: “Dema ku Erdogan behsa herêma bi ewle dike dixweze binpêkirinên li Efrînê li hemû herêman dubare bike.”
‘Ma em ê çawa bawer bikin ku Erdogan dixweze herêmên me bi ewle bike?’
Di derbarê mijarê de şêniyê bi navê Izet Mihemed Ebdî wiha got: “Em tu carî qebûl nakin ku dewleta Tirk derbasî axa me bibe û herêma bi “ewle” çeke. Ji ber ku em dibînin li Efrînê rojan e talankirin, wêrankirin, revandin û komkûjiyan li ser gêlê me pêk tîne. Ma em ê çawa bawer bikin ku Erdogan dixwe ewlehiyê li vir çeke. Pêwîstiya me bi ewlehiya ji aliyê dewleta Tirk ve tune ye. Ji ber ku berê em di ewlehiyê de jiyan dikin heger ku wê herêma ewle çêbe jî bila di bin serweriya navneteweyî de be.”
Her wiha dayika bi navê Fatima Mihemed axifî û got: “Dewleta Tirk a dagirker rojane li ber çavê me komkûjiyan çêdike û niha jî rojane derdikeve ser ragihandinê û dibêje ez ê herêma bi “ewle” li Rojava çekim. Pêwîstiya me bi herêma ewle tune ye ji ber ku herêmên me ewle ne.”
Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Ebiqadir Hisên got: “Heger Erdogan herêma ewle çêke bila li welatê xwe çeke. Em baş dizanin armanca wî ne ewlehiye, armanca wî dagirkeriye”.
(bm)
ANHA
