Ji ber sedema xirabûna rê jiyana şofêrên li ser Deriyê Perwêzxan di metirsiyê de ne. Rêveberê Rêveberiya Riyên Germiyan Endan Xelîl diyar kir ku ji bo çêkirina van riyan ti plan nîne. Endamê Meclîsa Perwêzxan Mihemed Şêx Wehat jî eşkere kir ku ji sedê 80’î yê dahata gumrika Deriyê Perwêzxan nayê zanin kuve diçe.


Deriyê Sînor yê Perwêzxan, yek ji deriyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de. Li bajarokê Quretû ya ser bi Germiyan e. Girêdayî Wezareta Darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, hezar û 700 wesayîtên barhilgir li vî derî kar dikin. Rojane li vî derî baran dibin bajarên parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê. Dahata sala 2018’an a vî derî 83 milyar û 500 hezar dînar bû.

Riya ji navçeya Kelar a Germiyan heta digihe Deriyê Perwêzxan 37 kîlometreye. Lê ji ber ku gelek wesayîtên barhilgir li sere derbas dibin, rê gelek xira bûye.

‘Şofêr bi neçarî bi kar tînin’

Şofêr Aram Ehmed ê li ser pirsgirêk û hatinûçûna li ser vê riyê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Li gundê Salih Axa derdikevin heta ku digihin Deriyê Perwêzxan, jiyana me dikeve metirsiyê de. Ji ber ku li ser riyê gelek çal û tase hene. Kêrî hatinûçûnê nayê. Lê şofêr bi neçarî bikar tînin.”

Kasibkar Koçer Mehmûd ê li ser vê riyê diçe û tê diyar kir ku ji ber ku rojene wesayîtên barhilgir ên barên wan giran li ser vê riyê re diçin û tên li ser rê gelek çal û tase çêbûne û got ku êdî rê kêrî hatinûçûnê nayê.

Nûnerê Şofêrên Deriyê Perwêzxan Ciwamêr Ebdulrehman li ser heman mijarê wiha destnîşan kir; “Ew riya ku em têre diçin, gelek bi kar tînin. Lê êdî têrî hatinûçûnê nayê. Me çend caran daxwaz ji berpirsên derî û rêveberiya Germiyan û aliyên peywendîdar kir ku van riyan çê bikin, lê heta niha bêdeng in û ti deng ji wan nayê.”

Rêveberê Rêveberiya Riyên Germiyan Endan Xelîl ev agahî dan; “Di sala 2014’an de planek hebû ku riya Kelar-Perwêxan bikin duxet, lê dema krîza aborî derket, hemû plan pûç bûn. Niha ti planek me ji bo çêkirina van riyan nîne.”

Endamê Meclîsa Perwêzxan Mihemed Şêx Wehat têkildarî mezaxtina dahata Deriyê Perwêxan de got; “Ji berî çend mehan, me li ser dahata Deriyê Navneteweyî yê Perwêzxan çavdêriyek kir, derkete holê ku ji sedê 80 dahata derî kes nizane dikeve berîka kê. Ya dimîne jî ji bo hikûmetê ye. Ji bo riya diçe Deriyê Perwêzxan jî tiştek nehatiye kirin. Ji sedê 5 bingehê derî têde nîne. Ne di xema ti kesekê de ye.”

(ab)