El-Heyat: “Xalên nezelal” avakirina komîteya destûrê dereng hişt

Rojnameya El-Heyat behsa têkçûna gera 12`emîn a Astanayê kir û got: “Piştî du rojan, danûstandinên der barê şerê li Sûriyê bi beşdariya Îran, Rûsya û Tirkiyê bêyî ku bigihîjin tu encamekê der barê avakirina komîteya destûrê de da ku çareseriya siyasî li welat bi rê ve bibe, li Kazaxistan bi dawî bû.

Di daxuyaniya hevbeş a her sê dewletên ku beşdarî civînê bûbûn de, hate gotin ku mijara avakirina komîteya destûrê bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen re hate nîqaşkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku hevalbendan girêdana xwe bi xebatên siyasî bi sponseriya NY’yê û li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya bi hejmara 2254’an, teqez kir.

Nûnerê serokê Rûsyayê yê Sûriyê Aleksander Lavrentiev ragihand ku xalên nezelal avakirina vê komîteyê dereng dihêle.”

Şerq El-Ewset: Civîna Astanayê di avakirina komîteya destûrê de têk çû

Bi heman mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Danûstandinên di çarçoveya Astanayê de ku duh li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan bi dawî bû, der barê mijara sereke ya ku Moskov û hevkarên xwe Îran û Tirkiyê xwe dabû ber, negihîşt tu encamê. Aliyên ku civîn bi rêxistin kiriye, neçar man ku têkçûna xwe der barê avakirina komîteya destûrê de ragihînin.

Li gorî daxuyaniya dewletên garantor, divê asta binpêkirina li herêma Idlibê ya Sûriyê kêm bibe.

Sûdan

Têkildarî mijara Sûdanê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Piştî meşekê ku bi hezaran ji çalakgeran tev lê bûbûn, bi hezaran ji xelkê Sûdanê nimêja înê li pêşiya Navenda Fermandariya Giştî ya Artêşê li Xertûmê kir da ku zextê li Meclisa Leşkerî bikin ku hikum radestî kesayetên sivîl bikin.”

Îran

Têkildarî cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê, rojnameya El-Ereb got: “Serokê DYA’yê Trump hewl dide di wextekê de du erkên dijberî hev pêk bîne, yek wê ji Opecê bixwaze ku nirxê petrolê kêm bike, di heman demê de xetên hinardekirina petrol Îranê li pêşiya aliyên ku petrolê digirin, bigire.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê j rojnameya El-Quds El-Erebî got: “Bi sed hezaran ji xelkê Cezayîrê, di îna 10`emîn de ji bo guhartinan, zextkirina li ser rejîmê û hesabxwestina ji her kesê ku destê xwe di kareseta ku welat ev 20 sal e tê re derbas dibe de heye, meşiyan.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewset ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan û wiha got: “Civîna çaralî ya wezîrên Siûdî, Îmarat, DYA û Brîtanyayê ku duh li Londonê pêk hat, bal kişand ser pêkanîna hevpeymana El-Hudeyda beriya 15`ê Gulanê ji aliyê hikumeta Yemenê û Hûsiyan ve hate danîn. Ji ber ku piştî 15`ê Gulanê dê der barê Yemenê de Meclisa Ewlehiyê li hev bicive.

(kc)