AMED – Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bal kişand ser nedayîna mazbatayên şaredar û endamên meclîsê yên bi KHK’yan hatine îxrackirin û got: “Îktîdar rejîma qanûna bingehîn qedandiye û rejîma KHK’iyan ava kiriye.”  Desteya Hilbijartina Bilind (YSK), mazbataya hin hevşaredar û endamên meclîsê yên bi KHK’yan hatibûn îxrackirin neda wan. Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku biryara hatiye girtin biryareke siyasî ye.  PARLEMENTERÊN KHK’Π Gergerlîgolû, destnîşan kir ku nedayîna mazbatayan derî hiqûqê ye û bal kişand ser kesên bi KHK’ê hatin îxrackirin û paşê bûn parlementer. Gergerlîoglû got: “Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de ji 3 partiyên cuda 10 kesên KHK’î bûn parlementer. Wê çaxê jî îtiraz kirin. Lê YSK ev yek lêkolîn kir û biryar girt ku tu astengî tune ne.”  Gergerlîoglû, ji bo pirsa “Ji 24’ê Hezîranê heta 31’ê Adarê çi guherî?” got: “Tu îzahiyateke vê yekê tune ye. Ne di warê qanûna bingehîn ne jî di warê hiqûqê de. Hin hincetan didin pêş. Lê aşkere ye ku ev hincet pûç in. Em bi feraseteke derî hiqûqê ya mafê hilbijartin û bijartinê bin pê dike re rû bi rû ne.”  ‘REJÎMA KHK’YAN’  Gergerlîoglû, diyar kir ku vê yekê dispêrin xala “Nikarin di qada cemaweriyê de bixebitin” a KHK’ya Rewşa Awarte û got: “KHK’yên Rewşa Awarte li dijî qanûna bingehîn in. Ev xal nayê wateya ku dê ji aliyê gel ve neyên hilbijartin.”  Gergerlîoglû, diyar kir ku bi KHK’yan mafê welatiyan hatine xespkirin û got: “KHK, qirkirin e. A ku îktîdar dike avakirina rejîma KHK’ya ne. Îktîdarê rejîma qanûna bingehîn qedandiye.”  MA / Özgür Paksoy – Mehmet Şah Oruç  Parve bike: