Ji bo 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber bomberdûmana artêşa Tirk şehîd bûn, li bajarê Rapperswil ê Swîsreyê civîneke bîranînê hate lidarxistin.

Ji bo gerîla Hebûn Atli (Çiyager Hayrî Cûdî) ê 9’ê Nîsanê şehîd bû, Ferhat Gokmen (Fîraz Xerzan) ê 10’ê Nîsanê şehîd bû û Mehmet Arslan (Agir Pizot), Orhan Ozden (Karker Întîkam), Buyamîn Dûman (Mûnzûr Erek), Azad Yilmaz (Şoreş Çiyayêreş) û Mehmet Açikalin (Şoreş Kurdistan) ên 12’ê Nîsanê şehîd bûn, civîna bîranînê pêk hat.

Bîranîn ji aliyê Komuna Gel a Çiyager a Rapperswilê hate lidarxistin.

Ji malbata Şehîd Hebûn Atli birayê wî axivî li bîranînê axivî û got, “Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin û xewn û xeyalên wan ên ji bo Kurdistana azad bi têkoşînê bi ser bixînin.”