Li NCDK a Marsîlyayê, namzetên Partiya Komunîst a Fransayê hatin nasandin. Di civînê de işaret bi nêzîkatiya qirker a dewleta Tirk a li dijî Kurdan hate kirin û berxwedana grevên birçîbûnê hate bibîrxistin.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) ya Marsîlyayê, civîna danasîna namzetên Partiya Komunîst a Fransayê pêk hat. Kurd û Fransayî tevlî civînê bûn ku ji aliyê Partiya Komunîst a Fransayê û NCDK Marsîlyayê ve hate organîzekirin. Namzetên Partiya Komunîst di civînê de xwe dan nasîn û nêzîkatiya xwe ya li pirsgirêkan anîn ziman. Ji namzetan Anthony Gonmalves bal kişand ser rêveberiyên dîktatorî yên navneteweyî û işaret bi girîngiya têkoşîna li dijî vê kir.

Patricia Tejas jî ku bi xwe aborîvanek e, qala azadiya jinê û berxwedana li ser vê bingehê kir. Namzeta Kurd ku encama Konseya Kurd e Claire Cemile Renklîçay jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê. Renklîçay şerê li Rojhilata Navîn bi bîr xist, bal kişand ser rola şîrketên navneteweyî ya di vî şerî de û anî ziman, berpirsyarên sereke dewletên emperyalîst in.

Renklîçay da xuyakirin, dewleta Tirk di vî şerî de bi rengekî qirker nêzî Kurdan dibe û işaret bi nêzîkatiya durû ya dewletên Ewropayê di serî de ya Elmanyayê kir. Renklîçay diyar kir, rêveberiya Tayyîp Erdogan xwe ji şer xwedî dike, penaberan jî weke amûreke gefxwarinê bi kar tîne û got, divê gelê Kurd û Partiya Komunîst bibin xwedî têkiliyeke hîn xurt.