Serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê, li Berlînê bi rengekî girseyî hate pîrozkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) meha Adarê keleha dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê Baxoz rizgar kiribûn û ji aliyê leşkerî ve dawî li vê rêxisitina hov anîbûn. Serketina QSD’ê li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi rengê festîvalê li salona “Nostalgie Festsaal” pêk hat û bi sedan Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî bûn.

Hunermend Bengî Agirî û bi navê Malbatên Şehîdan Gozê Çalkan li çalakiyê axivîn. Piştre Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û ji bo hêzên demokratîk ên li Rojava û Sûriyeyê banga xurtkirina piştgiriyê kir.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Ahmet Yildirim, rêveberê berê yê HDP’ê Huseyîn Yilmaz û ji nûnerên PYD’ê yên li Berlînê Bavê Kawa axivîn. Siyasetmedarên Kurd bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo xurtkirina berxwedana greva birçîbûnê bang kirin.

Her wiha Bengî Agirî, Hozan Aydin, Hozan Kawa, Memo, koma muzîkê Nûjiyan, Şenol, koma govendê Faraşîn, hunermendên ciwan; Reşo û Jiyan Rênas derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.