Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 29ê Nîsanê 2019 DUŞEMÎ
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê dawiyê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….
&- Pêngava berxwedanê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pêkir, sibê derbasî qonaxeke nû dibe, 15 dîlên azadiyê dest bi rojiya mirinê dikin.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, pêr li Cûdî operasyonek mezin dane destpêkirin
&- Navenda Ragihandina HPGê, di berdewama daxuyaniya xwe de dazanîn ku, hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, di 24 Nisanê de, li Botanê, qada Besta operasyon da dest pê kirin.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû, ji bo 1’ê Gulanê, ji ANFê re axivî û got: Dive hêzên antî-faşîst û hêzên demokrasiyê, li dijî faşîzma 1ê Gulanê werin cem hev û têkoşîna hevpar geş bikin.
&- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu piştî Baxdayê, şevê din çû Hewlêrê, bi Neçîrvan Berzanî re hevdîtin kir.