Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 811’an serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Nevroz Ûysal û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, cara 811’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve dikin nakin nikarin muwekîlê xwe bibînin.