Hasbî Çakici ku li bajarê Den Haag ê Hollandayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, 101 roj in li ber xwe dide.
Berxwedana greva birçîbûnê ya ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Ji berxwedêran Hasbî Çakici ku 101 roj in li bajarê Den Haagê di greva birçîbûnê de ye, li ser çalakiya xwe ji ANF’ê re axivî.
Hûn destpêkê xwe dikarin bidin naskirin?
Navê min Hasbî Çakici ye, ji Êlihê me. Em 3 xwişk û 4 bira ne. Bavê min karmendê dewletê bû. Ji ber vê yekê em li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek bajaran geriyan. Min dibistana seretayî li Êlihê, ya navîn li Nisêbînê, lîse jî li Antalyayê xwend. Li Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) min endezyariya înşaetê di pola 3’emîn de terikand.
We têkoşîna azadiyê ya Kurd çawa nas kirin?
Wê demê atmosfereke xurt a siyasî hebû, her kes tevlî rêxistinekê dibû. Min jî hevalê Egîd (Mahsûn Korkmaz) nas kir û piştre tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurd bûm. Piştî ku wextekê bi hevalê Egîd re mam, min dest bi karê aktîf kir. Dûre li Mîdyat, Nisêbîn, Êlih û Qoserê xebitîm. 3’ê Tebaxa 1979’an li Qoserê hatim girtin. Min birin Girtîgeha Mêrdînê. Hezîrana 1983’an bi şert hatim berdan. Piştre min karê xwe li Mersîn û Antalyayê domand.
Hûn kengî hatin Ewropayê?
Mijdara 1991’ê hatim Ewropayê. Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê bi cih bûm. Li vê derê min dest bi karê çandê yê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kir. Di navbera salên 1996-97’an de tevlî nava karê KNK’ê bûm. Piştre li karên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Den Haagê vegeriyam.
We çawa biryar dan dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin?
Piştî ku hevala Leyla Guven dest pê kir, demeke dirêj ez li ser fikirîm. Min ji xwe pirsî bê çawa dikarim bibim bersiv ji pêvajoyê re. Li ser vê bingehê min biryar da tevlî çalakiyê bibim. Herî dawî silavên xwe ji Leyla Guven û hevalên li ber xwe didin hemûyan re dişînim.



