Êrîşeke giran li ser sirûştê heye. Mirov di dîrokê de bi rengekî ku nehatiye dîtin sirûştê gemarî dikin. Beşek ji sirûştê çû, ya mayî jî li xwe dişike.
Platforma zanistî û siyasî (IPBES) ya nav hikûmetî ya li ser biyocelebê û xizmetên ekosîstemê 29’ê Nîsanê li Parîsê kom bû. Nûner û zanyar ji 132 welatan hevdiyekê li hev rûniştin. Di rojeva civînê de raporeke 1800 rûpelî ya pisporan hebû. Di raporê de tê gotin ekosîstem hildiweşin, av û hewa dilewite, bi sed hezaran celeb li ber nemanê ne. Di raporê de tespîtea sereke wiha ye ”Jixwe beşekî mezin ê sirûştê çû, ya mayî jî dilewite”.
SIRÛŞT XIZMETÊN GIRANBIHA DIDE LÊ..
Sirûşt xizmeteke giranbiha ji mirov re dike. Di serê van de av, zad, enerjî, tekstîl, mînarel û derman hene. Qadên hilberîna çandî zêde bûn, masîgirî van 50 salên dawî 50 ji 100’î zêde bû. 2 milyar mirov daran ji xwe re dikin kana enerjiyê. 25 heta bi 50 ji 100’î yên dermanan ji sirûştê têne standin.
Mîkroorganîzma ji bo fîltrekirina av û hewayê pir girîng in. Nebat û okyanûs ji nîvê zêdetir CO2 ya ku rê li ber germbûna global vedikin, dimije. Lê mirovahî bi qasî ku di dîrokê de berê nehatiye dîtin li bara sirûştê dirinde ne û wê dilewitînin. Di raporê de tê gotin, ”75 ji 100’î yê derdora bejahiyê, 40 ji 100’î yê derdora deryayê û 50 ji 100’î yê çem û robaran nîşaneya xirabûnê didin.”
HER DEVER KIRIN BAJAR
40 ji 100’î yê bejahiyê bûne qadên çandiniyê û bajêr. Ji okyanosan 13 ji 100’î û ji bejahiyê tenê 23 ji 100’î hê bi rengê ”hov” têne senifandin. Ev der jî piranî deverên xalî ne û tiştek lê nayê hilberandin.
40 JI 100’Î YÊ MIROVAN NIKARE AVA PAQIJ VEXWE
Ji ber ku nifûsa cîhanê 60 ji 100’î li bajaran diçî, qadên bajaran ji 1992’yan û vir ve du caran li berê zêde kirine.
80 ji 100’î yê ava ku li gerestêrkê tê bikaranîn bê miqateyî li derdorê dirie, nêzî 300-400 milyon ton metalên giran, heriya kîmyewî, bermayên din tevlî nav avê dibin û ji bo vê 40 ji 100’î yê nifûsa cîhanê nikare ava paqij vexwe.