Li gorî encama rapora ku ji aliyê jûriya gel ve hate amadekirin, dem di ser hemû sûcdariyan re derbas bûye û dibe ku doz li kesî neyê vekirin.

Li gorî qanûna ceza ya DYA’yê, dozger dikare mijarê bibe ber destê jûriya gel û bike ku biryarê bide ji bo doz were vekirin an na. Darizandina du rahîban dest pê kir.

Yek ji rahîban bi destdirêjiya zayendî ya li zarokek 7 salî tê darizandin û rahîb sûcê xwe qebûl kiriye. Rahîbê sûcdar wê herî zêde 5 salan girtî bimîne.

Beşek ji zarokên ku bûn hedefa destdirêjiya zayendî ya rahîban kêmî 10 salî ne.

Tê gotin ku vî rahîbî dest dirêjî 5 keçên xwişkê hev kirine û ji wan a herî biçûk 18 mehî ye.

Ev ne rapora pêşî ye ku jûriya gel a li DYA’yê li ser îstîsmara zayendî ya li dêra Katolîk diweşîne. Lê belê cara yekemîn e ku raporek bi vî rengî bi berfirehî ji raya giştî re tê eşkerekirin.