Şêniyên kantona Şehbayê nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwarê li derdora Efrînê dan û bang li civaka navdewletî kirin ku li hemberî hewldanên dagirkeriya Tirkiyê yên qutkirina Efrîn ji Sûriyê tevbigire.
Artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji Sûriyê didomîne. Dagirkeriyê ji gundê Kîmarê, Cilbirê û Meyremînê hezar metre dîwar lêkiriye.
Şêniyên kantona Şehbayê lêkirina dîwarê parçekirinê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û rêjîma Sûriyê kirin ku li hemberî hewldanên Tirkiyê yên parçekirina Sûriyê erka xwe pêk bîne.
Şêniyê bi navê Ehmed Bekir hewldana Tirkiyê ya qutkirina Efrîn ji Sûriyê şermezar kir û got: “Bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsyayê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê wê yekê diyar dike ku ew kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê erê dikin û dagirkeriyê rewa dikin.”
Bekir bang li hemû welatên cîhanê, bi taybet rejîma Sûriyê û Rûsyayê kir ku erka xwe pêk bînin û nehêlin dagirkeriya Tirk lêkirina dîwarê parçekirina li derdora Efrînê bidomîne.
Welatiya bi navê Xemlîn Hisên jî anî ziman ku dîwarê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora Efrînê lêdike, dê îradeya wan a rizgarkirina Efrînê neşkîne.
Xemlîn her wiha bang li civaka navdewletî , Rêjîm û Rûsyayê kir li hemberî binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê demildest tevbigerin.
Şêniyê bi navê Esed Morko nerazîbûn nîşanî lêkirina dîwar li derdora Efrînê da û got, dîwar yek ji hewldanên parçekirina Sûriyê ye.
Morko got: “Bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsya ya li hemberî lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê diyar dike ku ew binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê erê dikin.”
ANHA