Di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Kanadayê de pankarta balê dikişîne ser grevên birçîbûnê hate vekirin.

Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê ya li bajarê Toronto ya Kanadayê de pankarta wêneyên Leyla Guven û Yûsûf Îba yên berxwedêrên di grevê de ne hate vekirin.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger ên bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîda giran a li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin dewam dike.

Li Torontoyê ji bo 1’ê Gulanê bi sedan kes hatin ba hev , çalakiyek lidar xistin. Kurdistaniyên ku tevlî pîrozbahiyê bûbû, jî pankarta wêneyê Leyla Guven û Yûsûf Îba yê 112 roj in li Kanadayê di grevê de ye hildan, bal kişandin ser grevên birçîbûn û rojiya mirinê.