Erdhejê şeva Sêşem-Çarşemê saet 23:48’an li nêzî komuna Montelcîfoneyê bi 19 kîlometreyan di binê erdê de pêk hat.
Li heman herêmê meha Nîsanê jî bi şîdeta 4.2 pileyî erd hejiya bû.
Parastina Sivîl bi rêya Twîtterê peyamek weşand û diyar kir ku li gorî agahiyên destpêkê niha tenê xisara madî rû daye.
Arkujan jî ragihandin ku banga alîkariyê li wan nehatiye kirin.