Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bombe kirin.

Li gorî agahiyên ku bi dest ketine balafirên şer û helîkoptêrên artêşa Tirk a dagirker li herêma Barzanê qadên jiyanê yên sivîl bombe kirin.

Hate gotin êrîş Şemiyê piştî nîvro bûye. Ji ber bombebaranê maliyên gundên Helanê malên xwe berdane.

Di dîmenan de ku RojNewsê weşandine tê dîtin ku helîkoptêrek li herêmê direşîne.