STENBOL – Malbatên girtiyan ên li Qada Esenyûrtê kom bûn, ligel ablokeya polîsan jî çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatên girtiyan, bertek nîşanî ablûkeya polîsan dan û gotin: “Em ji wan natirsin. Lê ew ji 10-15 dayikan ditirsin.”    Malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, yên bi armanca piştgirî dayîna girtiyan her roj saet 20.00’an de, li Qada Esenyûrtê ya Stenbolê kom dibin, carek din çalakiya xwe pêk anîn. Malbatên ev 12 rojin ligel hemû astengiyan jî, li qadê kom dibin, dîsa ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Malbatên ku nasnameyên wan hatin kontrolkirin, anî ziman ku heya ku tecrîd rabe ewê li qadê çalakiya xwe berdewam bikin. ‘ZAROKÊN ME BER SÎNORÊ MIRINÊ NE’ Dayika Îsmet Taş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekîrdagê di greva birçîbûnê deye Hazal Taş, ev 12 rojin tê Qada Esenyûrt û beşdarî çalakiya rûniştinê dibe. Taş,  bertek nîşanî ablûkeya polîsan dan û wiha axivî: “Her roj nasnameyên me ji me distînin û di GBT’ê re derbas dikin. Polîs tim em derp dikin. Gefa binçavkirinê li me dixwin. Heya ku hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin, ev tecrîd ranebe, emê ji bo zarokên xwe bên vê derê. Zarokên me niha ber sînorê mirinê ne. Bi mehane tiştekê naxwin. Gelo dê çawan bijîn. Emê her roj ji bo zarokên me li vê derê rûnin.” ‘EM BANGA KU DAKEVIN KOLAN LI DAYÎKÊN KURD DIKIN’ Taş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Polîsên em dixin çemberê, dibêjin ‘ne axivin û dengê xwe dernexin.’ Lê ya rastî heya ku em hebin, di canê me de dilopek xwîn mabe, emê  çalakiya xwe li dar bixin. Bila tecrîd rakin. Êdî bese. Ev zilm dê heya kengî dewam bike. Em ditirsin ku agahiya mirinê ji girtîgehan bê. Wisan bûye, êdî em nikarin xwarinê bixin. Em hemû dayikên Kurd dawetî kolan dikin. Rabin ser xwe. Piştgiriyê bidin me û bibin dengê me.” Yek ji malbatên girtiyan Arîfe Yalvaç jî, balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha got: “Ji bo ku tecrîda li ser Ocalan rabe, em çalakiya rûniştinê li dar dixin. Zarokên me di rojiya mirinê dene. Em ji bo zarokên xwe li tên vê qadê, lê polîs destûrê nadin em bi axivin jî.” ‘JI 15 DAYIKAN DITIRSIN’ Ji malbatên girtiyan Ozgul Baybacan jî, banga hestiyariyê li Yekitiya Ewropa (YE), Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkencê ya Ewropa (CPT) û saziya mafê mirovan kir. Baybacan, diyar kir ku divê demildest tecrîd bê rakirin û wiha bilav kir: “Ji bo ku mirin pêk neyin, divê em bikevin nava tevgerê. Dema em 10-15 malbatên girtiyan dirûnin, ji 200 polîsî zêdetir derdora me digirin. Ji ber vê dixwazin tirsê belav bikin. Lê me natirsin. Ji ber ku em natisin, em her roj li vê qadê çalakiya xwe berdewam dikin. Ji vê zêdebûna wan em hêzê digirin. Em ji wan natirsin. Lê ew ji 10-15 dayikan ditirsin. Destûr nadin ku em dirûşmeyan berz bikin, tilîlî bidin û li çepikan bixin. Ev ji bo me qedexe kirine.” Malbat, piştî çalakiyê belav bûn.Parve bike: