NAVENDA NÛÇEYAN – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî dan û ragihandin ku wan di 2’yê Gulanê de hevdîtin bi miwekîlê xwe Ocalan re pêk anîne. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê daxuyaniyek nivîskî dan û ragihandin wan di 2’yê Gulanê de bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Parêzeran diyar kir ku ew ê îro saet di 15.00’an de li Otela Taksim Hill daxuyanî bidin çapemeniyê.  Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku da wiha ye: “Di 2’yê Gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Miwekîlê me Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk hatiye. Têkildarî vê hevdîtinê em ê saet di 15.00’an de li Otela Taksîm Hill civîna çapemeniyê li dar bixin û daxuyanî bidin çapemeniyê. Em hemû kedkarên çapemeniyê vedixwînin civîna xwe. Dê piştî daxuyaniyê pirsên bên kirin neyên bersivandin.”  Parve bike: