KCK: Tecrîd bi dawî nebûye, daxwazên berxwedêran bi cih nehatine. Tenê ji bo bidawîkirina zextên raya giştî ya hundir û derve ya berxwedêran pêkanî û lewazkirina berxwedanê, parêzer hatine şandina Îmraliy

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser hevdîtina parêzeran a 2’yê Gulanê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hatî daxuyaniyek nivîskî da û got: “Çawa ku gelê Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîdê rabûne gelê cîhanê û hêzên demokrasiyê jî li dijî rabûne. Têkoşîna li dijî tecrîdê sînorên Kurdistan û Tirkiyeyê derbaskirine, astekî ya navneteweyî bi dest xistiye. Têkoşîna li dijî tecrîdê bi taybet di kesayeta dayikên xavik spî de bûye para hemû mirovahiyê.

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber wiha ye: “Rêber Apo ji 27’ê Tîrmeha 2015’an û vir ve bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk neanîbû. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve tecrîd hatibû kûrkirin, malbat jî di nav de rê nehate dayîn ku hevdîtin pêk werin. Ne tenê hevdîtin ib Rêber Apo hevdîtin malbatan a bi 3 girtiyên din ên PKK’yî re jî nedihate kirin. Bi tecrîda 5’ê Nîsana 2015’an re polîtîakay şerê taybet a li dijî gelê Kurd hate kûrtkirin. Tecrîda li ser Rêber Apo li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wek zext û zilmê dom kir. Carekî din derket holê ku bi tecîrda li Îmraliyê ji bo gelê Kurd û hêzên demokrasiyê weke zext û tecrîdê derket pêş.

DIXWAZIN GELÊ KURD BI TECRÎDA LI SER RÊBER APO RE BIDIN JIYÎN

Parlementera Colemêrgê Leyla Guven a ev rastî dît, Nasir Yagiz ê li nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê kar dikir, dîsa hevrêyên me yên li zindnana, hevrêyên me yên li Ewropayê bi armanca şikandina tecrîdê û têkbirina faşîzmê dest bi greva bêdawî û bêdorveger kirin.Greva birçîbûnê ya bi mehan dom kir 30’ê Nîsanê bi ketina Rojiya Mirinê ya 15 girtiyan qonaxek nû destpê kir. Niha bi hezaran girtî li zindanan, bi sedan welatparêz, demokrat û şoreşger li derve li ber sînorên mirinê ne. Ev berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo gelê Kurd û hêzên demokrat destekê didin hev. Dixwazin êdî gelê Kurd bi tecrîda li ser Rêber Apo re bidin jiyîn. Desthilata AKP-MHP’ê  bi pêkanîna zextên giran, her çendî diwaze tevgerên civaka asteng jî bikin gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibiryarin di şikandina tecrîdê de.