ENQERE – Prof. Dr. Sibel Perçîner, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û wiha got: “Niha tecrîd li ser aramî û aştiya civakê tê meşandin. Ne tenê li ser şexsê Birêz Abdullah Ocalan, divê em qebûl bikin ku aştî û aramiya hemû civakê di bin tecrîdê de ye. Heta ku tecrîd ranebe tu kes nikarin bi aramî nefes bistînin.  Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê 181 rojin di greva birçîbûnê de li ber xwe dide. Bi hezaran girtî ligirtîgehan di greva birçibûnê de ne. 15 girtî 8 roj in di rojiya mirinê de ne. Li derve bi dehan kes bi mehan in di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hindekara beşa Patolojî ya Zanîngeha Enqere Profesor Doktor Sibel Perçiner ku hatiye îxrackirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.  Prof. Dr. Perçîner, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser girtiyan tê meşandin û wiha wiha got: Tecrîd di şexsê girtiyan de li ser xizmên wan û li ser hemû civakê tê meşandin. “Ji hundir heta derve wekî ristekê li ser hemû civakê belav dibe. Ev tê wateya ku hemû civak di bin tecrîdê de ye. Di hucreyê de bi temanî bi tenê ne. Bi tecrîdê dixwazin bi tene bihêlin û ji her tiştî dûr bixin. Dema ku em bi giştî li rewşê binerin, em dibînin ku tecrîd di nava tecrîdê de li ser girtiyan tê meşandin.  DAXWAZA LEYLA GUVEN GERDÛNÎ Û ZAGONÎ YE Prof Perçîner, bal kişand ser çalakiya Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven û wiha axivî: “Daxwaza çalakiya Guven a ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwazek gerdûnî û zagonî ye. Bi zagonên Komara Tirkiye û Gerdûnî hatine mîsogerkirin. Pir aşkere ye ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Li gorî zagonên neteweyî û navneteweyî û xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa, divê tu kes rastî îşkenceyê û pêkanînên li dijî rûmeta mirovahniyê neyê. Di van peyman û zagonan de hemû mafên mirovan hatine parastin û bi zagonan hatine mîsogerkirin. Ziman, çand, bawerî û nijad çi dibe bila bibe divê mafê mirovan bê parastin û neyên cudakirin. Ji ber vê yekê divê tecrîd li ser tu kesî neyê meşandin. Ger ku hûn tecrîdê li ser mirovan pêk bînin hûn sûc dikin. Li gorî van zagonan divê li ser tu girtiyan tecrîd neyê meşandin. Divê tu girtî u hikumxwar rastî astengiyan neyên û karibin her dem bi malbat û parezerên xwe re hevdîtin bikin. Niha tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hin girtiyên din tê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Li dijî zagonan e.”  HETA TECRÎD RANEBE TU KES NIKARE NEFES BISTÎNE Prof. Dr. Sîbel Perçîner, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya hezaran girtiyan û wiha lê zêde kir: “Daxwaza Leyla Guven û girtiyên ji bo piştgiriyê bidin wê dest bi grevê kirine daxwazên wan pir zelal û aşkere ne. Daxwazên wan mafdar e. Ji ber vê yekê divê muxalefet bê xurtkirin. Divê hemû beşên civakê li hemberî van daxwazên rewa hestiyar tev bigerin. Tecrîd li ser hemû qanalên siyasî tê meşandin. Tecrîd li ser hemû beşên civakê tê meşandin. Di van şertên ku em tede dijîn siyaset xetimî ye. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2012’an ku gavên muzakereyê dest pê kir, ji nişka ve bi pişta destê xwe xera kir. Ev yek naye qebûlkirin. Li vir aramî û aştiya civakê di bin tecrîdê de ye. Ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser hemû beşên civakê tecrid heye. Divê em qebûl bikin ku pêvajoya aştiyê û hemû beşên civakê hatiye tecrîdkirin. Heta ku tecrîd hebe tu beşên civakê nikarin nefes bistînin. Tu kes ne ji bo mirinê dikevin grevê. Dema em li cîhanê binerin çima mirov dikevin greva birçîbûnê? Ji ber ku ku mafê wan ê hatiye binpêkirin bi dest bixin. Tenê rêya lêgerîna maf ev çalakî  di destê wan de dimîne. Neçar in ku serî li vê çalakiyê bidin. Em qebûl bikin an nekin, tu kes ne ji bo mirinê serî li vê rêyê dide.  ÇALAKGER BI VÊ ÇALAKIYA XWE DIXWAZIN RÊYA REMOKRASIYÊ VEKIN Prof. Perçiner, destnîşan kir ku bi terîdê rê li pêş tevgera siyasî jî tê girtin û wiha pêde çû: “Niha her tişt asê bûye. Divê dîsa qanalên siyasê bên vekirin. Divê mirov karibin biaxivin. Divê dest ji zimanê berperî û dubendiyê berdin. Tevî hemû tiştên neyînî em hêj bi hêvî ne. Niha em hemû di girtîgeha servegeri de dijîn. Niha tecrîd li ser vîna azad a her kesî heye. Yên ku ketine grevê ji bo dîsa aştî u demokrasî bê ser vê axê hewl didin rêyekê vekin.  ‘ROLA RÊXISTINÊN DEMOKRATIK MEZIN E’  Perçiner, bal kişand ser rola medya û sazî û rêxistinên demokratîk jî û wiha axivî: “Astengiya li pêş me ya hearî mezin ne azadbûna medya ye. Divê medya azad tev bigere. Medya Navendî bi nûçeyên derew û şaş civakê şaş agahdar dike. Heqûqetê û cemaweriyê ji hev dûr dixe. Bi nûçeyên derew kîn û nifrîna di navbera civakê de zêde dike. Gelek beşên civakê hewl didin bi rêya medya civakî agahiyan bistînin. Di rewşek wisa de rolek girîng dikeve ser milê sazî û rêxistinên demokratîk Ji bo aştî dîsa pêş bikeve rola sazî û rêxistinên demokratîk girîng e. Yên rêxistinên demokratîk ava dikin em bi xwe ne. ”  Perçiner, herî dawî xwest deriyê girtîgehan ji heyetên hekîmên serbixwe re bê vekerin û daxwazên wan bên qebûlkirin. Perçîner xwest hekîm jî li gorî peymana Danezana Malta tev bigerin. Perçiner ji bo çalakiya dayikan jî wiha got: “Me tevan tundiya li dijî dayikan dît. Tu aliyê vê tundiyê nayê qebûlkirin. Divê bi lez vê tundiyê bi dawî bikin. Divê her kes pirsa ‘Ez dikarim çi bikim’ ji xwe bike. Her kes tiştekî ku bikin heye. Divê gel tev li vê pêvajoya çareseriyê bê kirin. Divê ji bo çalakiya Leyla Guven û girtiyên din bêyî em dem winda bikin têkevin nava liv û tevgerê.  MA / Seda Taşkin   Parve bike: