Trafîka dîplomasiyê ya şandeya HDP’ê ya li Berlînê didome. Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû got, “Ji bo ku biryara MPKE ya ya têkilî biryara tecrîdê were bicihanîn em dixwazin Elmanya zextê li ser Tirkiyê bike.”

Şandeya HDP’ê ya bi seroktiya Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ji duh ve li paytext Berlînê hevdîtinan dike. Li gel Buldan heyeta ku di nav de Parlamentera Êlihê Feleknaz Uca, parlamenterê berê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevşaredara berê ya Cizîrê Leyla Imret û Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû hene duh bi gelek kesên payebilind ên gelek partiyan re hevdîtin kirin.

Endamên HDP’ê bi Seroka Giştî ya Partiya Demokratên Sosyal (SPD) Andrea Nahles, Hevserokê Partiya Çepgir Berndt Rîexînger re hev dît, berêvarkî jî bi yek ji damezînerê Partiya Çepgir Gregor Gysî û nûnerên Partiya Kesk re rûnişt. Bi bi komeke bi seroktiya alîkarê Seroka Giştî ya Partiya Keskan Jamîla Schager re mijarên Kurdistanê û Tirkiyê hatin nirxandin.

DORÛ: EM DIXWAZIN ELMANYA JI BO TECRÎDÊ ZEXTÊ BIKE

Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Farûk Dorû got têkilî rakirina tecrîdê, grevên birçîbûnê, geşedanên li Kurdistnaê û biryara YSK’ê ya li ser Stenbolê axivîne, heta niha hevdîtin baş bûne û îro wê bi Wezareta Karê Derve re hev bibînin.

Doru got di hevdîtinan de têkilî çûna parezaran a Imraliyê pirs hatine kirin û got, ”Ji bo ku biryara MPKE’yê ya têkilî tecrîdê ya were bicihanîn em dixwazin Elmanya zextê li ser Tirkiyê bike. Nexasim ji bo ku Tirkiye yasayên xwe bi cih bîne em zexta ku hikûmeta Elman bike pir girîng dibînin. Bêguman ev ne daxwazên pir giran in, her devlet divê van yasyan bi cih bîne.”