Li Viyanayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, serokwezîrê Avûstûryayê Krûz jî hate şermezarkirin.
i Mînıretenplatzê ya paytexta Avûstûrya Viyanê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. Her wiha piştî meşa 1’ê Gulanê Serokwezîrê Avûstûryayê Sebastîen Krûz Kurdên li Avûstûryayê û saziyên Kurdan sûcdar kiribû ku têkilî organîzasyona terorîst in û krîmînalîze kiribû.
Di mîtîngê de ya ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kirî Nurcan Guleryuz danezana ji ber helwesta hikûmetê ya li dijî Kurdan hatibû hazirkirin, xwend û biryara hikûmeta Avûstûryayê ya li dijî Kurdan û saziyên wan şermezar kir.
