AMED – Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye di roja 185’emîn de didome. Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 185’emîn de didomîne. Bi heman armancê li Hewlêrê berxwedana Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz di roja 172’yemîn de didome. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 146’emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16’ê kanûna 2018’an de dest pê kiribû, di roja 147’an de didome. Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok jî di roja 112’emîn de bi biryardariyek xurt didomîne. Herêm Mehmûd, bi heman armancê li Kelarê ya Germiyanê 77 roj in di greva birçîbûnê de ye. Piştî 1’ê Adarê bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyeyê dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiya wan di roja 71’emîn de berdewam dike. ROJIYA MIRINÊ YA 30 GIRTIYAN DIDOME Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 11’emîn de dewam dike. Navê 15 girtiyên di rojiya mirinê de ne, wiha ne: “Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê; Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê; Ardil Çeşme, Asli Dogan. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bulut, Erol Çelîk. Li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê; Engîn Akhan, Enver Durmaz, Ahmet Topkaya, A. Haluk Kaplan û Ferhat Turgay.” KOMA DUYEMÎN Girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê di 8’ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibûn ku li girtîgehan piştî koma ewil a çalakgerên rojiya mirinê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, dê di 10’ê Gulanê de 15 girtiyên din jî daxilî çalakiya rojiya mirinê bibin. Navê 15 girtiyên koma duyemîn ên îro dest bi rojiya mirinê kirin, wihane: Li Girtîgeha Kandarayê; Yaşar Cîbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê; Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstefa Taşan. Li Girtîgeha Patnosê; Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysel Atak, Şafî Kayhan. Li Girtîgeha Tekîrdag a Hejmara 1; Reşad Ozdîl. Li Girtîgeha Tekîrdag Hejmar 2; Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê; Saît Ozturk. BERXWEDANA DERVE DEWAM DIKE Çalakiya Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dersîm Dag a di 3’ê Adarê de, Tayip Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dan destpêkirin dewam dike. Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiyên xwe li malên xwe berdewam dikin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 125 roj, Gurbet Ektîren 116, Mahsun Şen 127 û Mûrat Aksin 58 roj ên li Dêrika Mêrdînê, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 125 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 74 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer ên li avahiya HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên hatin hatin berdan, li malê çalakiyên xwe berdewam dikin. 8 ÇALAKGERÊN TECRÎD ŞERMEZAR KIRIN JIYANA XWE JI DEST DAN Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20’ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22’ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu de, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29’ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2’yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5’ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan. Parve bike:
Berxwedana Leyla Guven di roja 185’emîn de dewam dike
