Efserekî payebilind ê Îsraîlê got “Moşekên S-300 ên Rûsyayê li Sûriyê gefan li çalakiyên me yên li Sûriyê dixwin û Îsraîl xwe amade dike ku wê rake da ku em bi awayekî azad li herêmê tev bigerin.”

Reutersê ragihand ku efserekî payebilind ê pisporê çekan ê Israîlê Tomer Bar di heypîvneke li gel rojnameya Mearif de got her moşekek ku gefê li tevgera çalakiyên wan bike, ew ê bibe armanca êrîşê.

Bar wiha got: “Ne rast e em li ber mijarê bisekinin ku moşekên S-300 ji aliyê Sûriyê ve bên rêvebirin, an jî di bin çavdêriya Rûsan de bin. Di hemû rewşan de moşekên S-300 amade ne ji bo bersivdayîna çalakiyên me.”

Her wiha Bar destnîşan kir ku rêya perwerdekirina tîmên Sûriyê ji bo van çekan bi kar bînin, bi dawî bû û dibe ku tîmên din jî werin perwerdekirin.

Bar diyar kir ku artêşa Îsraîlê dixebite da ku Hizbullah û çekdarên Îranê li Sûriyê tune bin û wiha dewam kir: “Em kar dikin da ku hebûna Îranê li Sûriyê tune be. Israra me di vê mijarê de bi ser ket, lê em hîna negihaştine dawiyê, israra Îranê li Sûriyê hîna didome û Tehran ji vê yekê danakeve.”

(jo)