Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sydneyê, kongreya xwe ya salane pêk anî. Bi dehan kes tevlî kongreyê bûn û nûnerên partiyên siyasî axivîn.

Li salona kongreyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatin daliqandin. Pankarta bi nivîsa “Bi ruhê çalakiya rojiya mirinê em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin” hate vekirin.

Piştî hilbijartina dîwanê, pêvajo hate nirxandin.

Li dû nirxandina karê NCDK a Sydneyê, pêşniyar û rexne hatin kirin.

Di dawiyê de jî rêveberiya nû hate hilbijartin.