Xwediyên patozan ên navçeya Eyn Îsayê ji ber ku Komîteya Sadkobê di belavkirina sotemeniyê de dereng maye, bi gilî û gazinc in. Komîteyê sedemên pirsgirêkê eşkere dike.

Mewsima çinînê li navçeya  Eyn Îsa ev hefteyek e dest pê kiriye. Lê kêmbûna sotemeniya pêwîst ji bo xebitandina patoz û traktoran, cihê pirsgirêkê ye. Xwediyên patozan ji ber ku Komîteya Sadkobê heta niha sotemenî li wan belav nekiriye, bi gilî û gazinc in.

Xwediyê patozê yê bi navê Ismaîl El-Elî destnîşan kir ku wî heya niha lîtreyek mazot nebiriye û diyar kir ku ji 2 hefteyan ve serdana komîteya têkildar dike, lê serdanên wî bê fêde bûn.

El-Elî diyar kir ku sotemenî li herêmên Cizîr, Kobanê û Tebqayê hatiye belavkirin lê tenê li herêma Eyn Îsayê heta niha nehatiye belavkiriin. El-Elî bal kişand ku ji ber bihabûna sotemeniyê li sûkan, ew nikarin bikirin.

Li gorî belge û ruxsetên li gel Komîteya Sadkobê ya Eyn Îsayê 130 patoz li gel Komîteya Sadkobê hatine tomarkirin, lê heta niha sotemenî tenê ji bo 30’an re hatiye dayîn.

Rêveberê Komîteya Sadkopê ya navçeya Eyn Îsayê Ebdulfetah Ebdulmecîd sedema derengbûna belavkirina sotemeniyê ji bo xwediyên patozan spart derengmayîna şandina sotemanî ji jêdera ku ji bo xwediyên patozan hatiye veqetandin.

Ebdulmecîd sedema din vegerand ku Komîteya Çandiniyê di rakirina navên xwediyên patozan de dereng maye û got navên wan di 7`ê Gulanê de gihaştine ber destê wan.

Ji bo wergirtina miqdarên sotemenî yên diyarkirî, Komîteya Sadkobê ya Eyn Îsayê bi Komîteya Sadkobê ya Girê Spî re ku bi aliyên têkildar ên Herêma Cizîrê re koordîne dike, di nav koordîneyê de ye.

Komîteya Sadkobê ya Eyn Îsayê mazot li gorî karîna her patozekê li xwediyên patozan belav dike. Komîte 3 hezar lître ji patozên ji cureyên T2, TX û 2 hezar lître ji patozên ji cureya Girnac, Ford û Kilîzon belav dike. Ev miqdar heftane tê belavkirin.

(şx)
ANHA