Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî qanûnî 222 kes, di nav de jin û zarokên DAIŞ`î radestî hikumetên welatên wan kirin. Ji aliyekî din ve çaranûsa 30 hezar kesên din ku di kampên rêveberiyê de ne, hîna ne diyar e.

Çeteyên DAIŞ`ê di dirêjahiya 4 salan de gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna Reqa, Minbic, Dêrazor, Şedadê, Til Hemîs, Til Birak, herêmên başûrê navçeyên Çilaxa û Girkê Legê dagir kiribûn. Bi hezaran çete ji dewletên Ewropayê, Asyaya Navîn û Rojhilata Navîn di sînorên Tirkiyê re tev li DAIŞ`ê bûn. Tirkiyê derbasbûna çeteyên hêsan kir û hemû derfet ji wan re peyda kirin û ev rastî bi sedan belgeyan hate eşkerekirin.

QSD‘ê di çarçoveya pêngavên xwe de yên di navbera 2015`an heya 2019`an de, ji pêngava rizgarkirina Holê bigire heya baregeha herî dawîn a di destê DAIŞ`ê li bajarokê Baxozê yê girêdayî Dêrazorê de, bi hezaran çete girtin. Ji ber rêgez û exlaqa QSD`ê ya ku serkeftinên xwe bi qasî giyanên ku rizgar kirine dipîve, bi hezaran jin û zarokên DAIŞ`ê xwe radestî hêzên wan kir.

8 hezar girtiyên DAIŞ’î

Piştî rizgarkirina Baxozê ji aliyê QSD‘ê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serjimarek ji hejmara girtiyên DAIŞ`ê û malbatên wan ên xwe radest kirin, çêkir. Li gorî serjimarê zêdetirî 6 hezar çeteyên DAIŞ`ê di girtîgehên Rêveberiyê de ne, jê hezar ji nasnamyên biyanî ne (ji 50 dewletên Ewropa û Asyaya Navîn). Tevî zêdetirî 30 hezar kes ji malbatên DAIŞ`ê di nav de jin û zarok di kampên Rêveberiyê de dimînin di nav de 8 hezar zarok û 4 hezar jin ji Ewropa, dewletên rojavayî û Asyaya Navîn in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsteyên navên çeteyên biyanî radestî dewletên wan kirin da ku agahiya wan ji hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î hebe. Li gorî berdevkê Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif, wan dewletan heya niha bi awayekî fermî têkilî bi Rêveberiyê re ava nekirine.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan zarok û jinên DAIŞ`ê radestî dewletên wan kirine. Ev yek li ser bangewaziyên malbatên wan ên ku zext li hikumetên xwe kirin da ku zarokan di hawîrdoreke guncaw de dûrî fikrên DAIŞ`ê yên tundraw mezin bikin, pêk hat. Heta niha çarenûsa bi hezaran jî ne diyar e, ji ber ku hikumetên dewletên wan tu gav ji hêla xwe de neavêtine.

Jin û zarokên hatine radestkirin

Akif diyar kir ku Rêveberiya Xweser di meha Adarê de 5 zarok  radestî Wezareta Derve ya Fransayê, 5 radestî Meclisa Duma ya Rûsyayê kirine. Di meha Nîsanê de jî 5 zarok radestî Wezareta Derve ya Sûdanê kirine. Li gorî Akif hemû zarok sêwî bûn û temenên wan 10 sal derbas nake.

Akif eşkere kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 100 jin û zarok radestî hikumeta Kosovoyê kirine. Di 6`ê Gulanê de 70 zarok û 30 jin radestî hikumeta Kazaxistanê kirine. Di nav 70 zarokan de 10 zarokên sêwî hebûn. Di 7`ê Gulanê de 7 zarok ji heman malbatê radestî nûnerên derve yên Siwêdê kirine.

Akif bal kişand ser ku Rêveberiya Xweser zarok û jinên DAIŞ`ê radestî malbatên wan ên radeya duyemîn dikin, piştî ku hikumeta dewletên wan peywendiyan bi Rêveberiya Xweser re deyne. Akif wiha domand: “Malbatek hollandî heye bi Rêveberiya Xweser re di nav têkiliyan de ye da ku 5 zarokên sêwî ku malbatên wan di nav refên DAIŞ`ê de mirine, wergire. Lê heta niha hikumeta hollandî tu helwest nîşan nedaye. Ji bo wergirtina zarokan bi awayekî fermî divê hikumet bi Rêveberiya Xweser re peywendiyê ava bike.”

Girêdayî endamên DAIŞ`ê Akif destnîşan kir ku pêwîst e hevkariyeke navdewletî ji bo çareserkirina vê dosyayê hebe û got: “Zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê ji nasnameyên Sûriyê, Iraqî û hin welatên din ên erebî, hezar çete ji nasnameyên biyanî ji derdora 50 dewletan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de ne. Ew xeter in, divê doza wan bi lez were çareserkirin.”

(şx)
ANHA