Civaka Êzidxanê li dijî êrîşan meşiyan

Civaka Êzidxanê li dijî êrîşan meşiyan

Êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirk a li ser Şengalê bi meşekê giresyî li Şengalê hate protestokirin.

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Şengalê ku têde Koordînasyona Êzidiyên Şengal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) hatibû qetilkirin bi meşeke girseyî hate protestokirin.

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hat organîzekirin, li ber avahiya Meclisa Gel a Sinunê destpê kir.

Di meşa bi sedan kes tevlî bû de wêneyên Zekî Şengalî û pankarta, “Êrîşa li ser Zekî Şengalî berdewamiya fermana li ser civaka Êzidiye” hatin vekirin.

Her wiha bê navber dirûşmeyên ku Tirkiyeyê şermezar dikin, tên berz kirin.

Piştî meşê wê daxuyaniyek bê dayîna çapemeniyê.

NAVNÎŞANÊN ME