ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb ji bo hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê got, “Li ku dibin bila bibin em ê van çeteyan bibînin û operasyonên xwe bidomînin.”

Piştî ku Dêra Zor hate rizgarkirin, hêzên YPG, YPJ û QSD’ê li dijî hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê dest bi operasyonên hevpar kirin.

QSD’ê di nava du rojan de hem gelek çete girtin hem jî cebilxaneyên wan û tunelên wan dîtin.

Yek ji fermandarên YPJ’ê Ronahî Heleb ku demeke dirêj li Helebê di şer de ma û niha li Dêra Zorê di pêngava paqijkirina herêmê ji DAÎŞ’ê de cih digire, li ser vê mijarê axivî.

‘ME LI BAXOZÊ DAWÎ LI HEBÛNA DAÎŞ’Ê YA LI ROJAVA ANÎN’

Heleb got, “Pêngava Dêra Zorê ji bo me hem zehmet e, hem jî girîng e. Herêmeke ku piraniya çeteyên tevlî şerê Rojava bûn, li vê herêmê bûn. Li dijî me şerekî gelekî qirêj kirin. Tevî vê yekê li Baxozê hem ji aliyê cebilxaneyan ve hem jî ji aliyê qadeke berfireh ve serdestiya wan hebû. Di şerê salên dawî de li Baxozê binesaziya xwe ava kiribûn. Wan li Baxozê dest pê kirin, lê belê me li Baxozê dawî li hebûna DAÎŞ’ê ya li Rojava anîn. YPG, YPJ û QSD’ê li Baxozê berxwedaneke mezin nîşan dan. Pêngav hîn neqediya ye, zîhniyeta çeteyan hîn veşartî ye. xwe mîna sivîlan nîşan didin, mesela; rî û porê xwe qusandine, kincên sivîl li xwe kirine û bi vî rengî plan dikin ku zîhniyeta xwe ya qirêj ji nû ve belav bikin. Dixwazin ku li dijî YPG, YPJ û QSD’ê xwe ji nû ve bi rêxisitn bikin. Bêguman ev yek wê pêk neyê, hêza wan li Baxozê têk çû. Hêzên me bi ser ketin û gihîştin armancên xwe. Li Baxozê bi cih bûn, ketin çeperan û gel jî moraleke mezin ji vê yekê wergirt. Ji ber ku ji zilma DAÎŞ’ê rizgar bûn, gelekî kêfxweş bûn.

‘BÊHN HATIYE BER GELÊ BAXOZÊ’

Dibe ku yek ji sê parên gelê herêmê bi çeteyan re dixebitî, lê belê bi zilm û zordariyê gel neçar hiştibûn ku bi wan re bixebite. Dema ku QSD, YPG û YPJ gihîştin Baxozê, bêhn hate ber gel. Hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê hîn jî hene. Piştî pêngava Baxozê me serketineke mezin bi dest xist, lê belê çi li nava gel xwe veşartibin, çi jî li derve, li ku dibin bila bibin em ê çeteyan bibînin û operasyonên me wê bidomin. Operasyonên me bi rengekî serketî didomin.”

‘EM JI BO GELÊ XWE HER TIM AMADE NE’

Fermandar Ronahî Heleb got, “Êdî gel deriyê xwe li me vedike” û ragihand, “Hucreyên veşartî gefê li gel dixwin. Pêngava ku me 15’ê Gulanê dest pê kir, bi berxwedanê didome. Me beşeke mezin a cebilxaneyan û hcureyên veşartî dîtin. Wê dewama vê bê û hêzên me ji bo gelê me wê her tim amade bin.

Mesela, hevalan qada DAÎŞ’ê ji me re, ji hevalên jin re hiştin. Me jî dest bi operasyonê kir. Operasyon bi rastî jî serketî bû. YPG, YPJ û QSD ji qada DAÎŞ’ê heta Şeddadê, ji sînor heta Baxozê bi pêş ve çûn.”