Artêşa Tirk a dagirker, Kurdên li gundê Derwîşê yê Efrînê bi zorê ji malên wan derdixîne.
Artêşa Tirk, mirovên gundê Derwîşê yê navçeya Raco ya Efrînê bi zorê ji malên wan derdixîne.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk Kurdan bi zorê ji gund derdixîne û plan dike ku li gund baregeheke leşkerî çêbike.
Dewleta Tirk a dagirker, Kurdên li Efrînê mane bi rêk û pêk sirgûn dike û li şûna wan malbatên çeteyan ên ji Guta, Hama, Lazkiye û Îdlibê aniye bi cih dike.