Erebîstana Siûdî 100 milyon dolar alîkarî da projeya koalisyona navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê.
Siûdî 12’ê Tîrmehê li Brukselê di civîneke navneteweyî de gotibû ku ew ê alîkariyê bikin.
Di daxuyaniya fermî de hate gotin, “Ev alîkariya ji bo hewldanên koalisyona navneteweyî di serî de Reqa ji bo zindîkirina civakan wê girîngiyeke jiyanî be.” Di daxuyaniyê behsa projeyên tenduristî, elektrîk, çandinî, av, perwerdehî û gihandinê hate kirin.