Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 21ê GULAN 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Parêzerên Reber Abdullah Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê doh serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsa dan.
&- Saziya Pêşîgirtina Êşkencê ya Konseya Ewropa CPT, doh daxuyaniyek da û got: Şandeya CPTê, Girtîgeha Îmralî jî di nav de, gelek zindanên li Tirkiyê ziyaret kirin.
&- Hêzên Gerîlla li Xakûrkê, Çewlik, Şirnexê û Dêrsîmê li dijî artêşa Tirk, rêze çalakî pêkanîn, herî kêm 9 leşker hatin kuştin,
&- Dayik û malbatên girtiyên azadiyê, li dijî tecrîdê, li Amed, Dêrsim, Wan û Rûhayê û Şirnexê dayikên laçik spî çalakî lidar xistin.
&- Derket holê ku li Ruhayê kesên hatine binçavkirin, rastî îşkenceya hovane ya polîsên Tirk hatine.
&- Ciwanên Kurd li bajarê li Edene, Amed û Mêrdînê li dijî faşîzmê çalakî lidar xistin.