Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 22ê GULAN 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Parêzerên Reber Abdullah Ocalan piştî hevdîtina 2ê mehê, îro serê sibê ber bi Imraliyê bi rê ketin.
&- Berxwedana rojiya mirinê ya 30 dîlên azadiyê, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan, li zîndanên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê dewam dike.
&- Hêzên Gerîlla li Bîtlîsê rêze-çalakî pêkanîn û li gorî agahiyên destpêkê 4 leşker hatin kuştin.
&- Hêzên Rizgariya Efrînê li Şêra û Şêrewa çalakî lidar xistin, 9 çete hatin kuştin.
&- Dayikên girtiyan, li Amedê ji Wezareta Edaletê re faks şandin, li Gebze, Antalya û Mêrsînê jî çalakiya rûniştinê lidar xistin.
&- Endamê Şandeya Lêkolînê Parlamenterên HDPê, Nîmetulleh Erdogmûş, diyar kir ku ji bûyer û kiryarên êşkencê yên li Xelfetî û Hewagê hatine kirin, hemû rayedarên dewletê agahdarin.
&- Jinên ciwan ên Efrînê diyar kirin ku heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û bang li gelê Kurd kirin.
&- Hevseroka Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PeJAKê Zîlan Vejîn diyar kir ku, ew ji bo her rewşa rû bide amade ne.