Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 28ê GULAN 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 12:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, lê niha çend sernûçeyên me…

&- Balafirên şer yên Tirk herêma Lolan û Çiyayê Şekif bomberdiman kirin. Li Xakûrkê di navbêra gerîlla û artêşa Tirk de şerekî giran diqewime.

&- Komîteya Rêveberiya PKK, berxwedêrên greva birçîbûn û rojiya mirinê silav kirin û got, divê şaşiti û lewazi di vê mijarê de neyêkirin û berxwedana civakî werî bilind kirin.

&- Dermankirina berxwedêran greva birçîbûn û rojiya mirinê li girtîgeh û nexweşxaneyan dewam dike.

&- Komîteya Zîndanê ya PKK û PAJKê, daxûyaniyek da û got, Berxwedana me derbasî qonaxeke nû bûye.

&- Li navçeya Êlih Heskîfê, li gundên Kelekçî û Kayikli qedexeya derketina derve hate îlankirin, li navçeya Amed Pîranê û navçeya Sêrt Tilo jî operasyona leşkerî berdewam dike.

&- Navenda Ragihandina HPG’ê diyar kir ku hêzên Gerilla, li navçeya Amed Licê çalekiya segvanî pêkanîn, leşkerek hate kuştin.

&- Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûstafa Karasû ji televizyona Medya Haberê re berxwedana li dijî tecrîdê nirxand. Karasû got wezareta dadê ya Dewleta Tirk soza rakirina tecrîdê daye.

&- Hevserokê PJAK’ê Siyabend Moînî diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn, di pêvajoyeke krîtîk de ne û got: Şer herî zêde li çar parçeyên Kurdistane heye. Ev şer jî di aliyê leşkerî, siyasî û ekonomîk de dewam dike.