Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîke Pompeo ji êrîşa ser keştiyên li Kendavê Îran berpirs dît û got, armanc zêdekirina bihayê petrolê ye.

Mîke Pompeo li daxuyaniya Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya DYE’yê John Bolton xwedî derket û got Bolton ”mafdar e”.

Pompeo got, ”Îran li pey wê ye ku li hemû cîhanê bihayê petrolê zêde bike”.

Pompeo, beriya serdana Berlînê bike, ya ji bo tûrneya Ewropayê, ji nûçegihanan re axivî.

Bolton Çarşemê ji nûçegihanan re, têkilî çalakiya sabotajê ya 12’ê Gulanê gotibû, ”bi îhtîmaleke zêde” Îranê kiriye.

Çalakiya sabotajê li pervanên lengergeha Fucreyê ya têketa Kendavê ya bi ser Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) li dijî 4 keştiyan pêk hatibû ku 2 ji van keştiyan ên Siûdî bûn.

Bolton gotibû ”bi îhtîmaleke zêde mayinên bin deryayî yên Îranê” keştî kiribûn hedef.