Li paytexta Efxanistan Kabîlê li dijî otobusa ku sivîlên xebatkarên hikûmetê tê de bûn êrîek pêk hat. Hate ragihandin ku di êrîŞê de herî kêm 4 kes mirîne.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê rayedaran ve hatî dayîn, xebatkarên Wezareta Xizmetên Civakê ku ji ber cejna Remezanê diçûn mala xwe tê e bûn.
Berdevkê Komîsyona Xweser a Reformên Rêveberî û Xizmeta Civakê Ferîd Ahmed ji AFP’ê re axivî û got; “4 hempişeyên me mirin û 9 jî birîndar bûn.” Li gorî berdevk bombe bi motosîkletekê ve hatibû bicih kirin û li kêleka rê hatibû danîn.
Berdevkê Wezareta Karê Navxweyî Nasrat Rahîmî jî ragihand ku 5 kes mirîne, zêdetirî 10 kes birîndar bûne û hemû jî sivîlin. Rahîmî diyar kir ku bombe bi miknatisê li wesayîtê hatiye bicih kirin. Heta niha kesekê êrîş li xwe ne girtiye.
Roja Yekşemê li Kabîlê 3 êrîş pêk hatin. Di êrîşekê de otobusa ku xwendekar têde bûn bû hedef, piştre tîmên alîkariyê ku ber bi cihê bûyerê ve diçin bûn hedef. Di van teqînan de 2 kes mirin û 24 kes birîndar bûn. DAÎŞ’ê herdu teqîn li xwe girt.
Teqîna seyemîn jî wesayîteke Komîsyoan Hilbijartina Xweser kir hedef. Bombe bi miknatisê li wesayîtê hatibû bicih kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûbûn