Li paytexta Sûdan Hartûmê rêveberên leşkerî çalakgerên li pêşiya baregeha leşkerî çalakiya rûniştinê pêk dianîn belav kir. Di êrîşê de herî kêm 13 kes mirin. Tevgera Gel banga hilweşandina rejîm û bêîtihatiya sivîl a topyekun kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Tevgera Gel ve hatî dayin, roja Duşemê polîs û milîsan çalakgerên ku “çalakiya rûniştinê ya aştiyane” pêk dianîn di encama êrîşekê de belav kir.
Tifaqa Guhertin û Azadiya ku pêşengtiya Tevgera Gel dike daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Li herêma çalakiya rûniştinê heta niha ji derveyî cenazeyên şehîdan tiştek li wir nemaye.”
HERÎ KÊM 13 KES MIRIN, 116 KES JÎ BIRÎNDAR BÛN.
Komîteya Navendî ya Bijîşkan ragihand ku di dema mudaxeleyê de hejmara miriyan bûn 13 kes. Komîteyê diyar kir ku zêdetirî 116 kes birîndar bûne û fikar hene ku bîlanço zêdetir bibe.
Komîteyê ragihand ku hêzên ewlehiyê ji nava nexweşxaneya Şark El Nîl gule berdane û têkilî bi nexwşexanay Royal Care ya li paytextê re qût bûye.
Tifaqa Guhertin û Azadiyê banga mudaxleyeya lezgîn li Bijîşkên Sînor Nenas, Xaça Sor û Hevya sor kir.
HEMÛ TÊKILIYÊN BI KONSEYA LEŞKERÎ RE HATIN QUT KIRIN
Tevgera nerazî ya Sûdanê ragihand ku hemû têkilyên siyasî bi Konseya Derbasker a Leşkerî ya li desthilatdariyê re qut kirine.
Tifaqê got; “Em îlan dikin ku hemû hevdîtin û têkiliyên siyasî yên bi Konseya Derbekar re qût dikin.”
BANGA BÊÎTEATIYA SIVÎL A TOPYEKUN
Tifaqê banga grevê û bêîtihatiya sivîl a topyekun a bêdem kir û ji sûcên tê kırın Konseya Leşkerî berpirsyar dît û banga “hilweşandina rejîmê” kir.
Li Kassala, Gedaref, li rojhilat Port-Sûdan, Sennar û li Atbara a li navendê gel daketin qadan û ji aliyê gel ve hate girtin. Gel lastîk şewitandin û dirûşmeyên daxwaza hilweşnadina rejîma leşkerî berz kirin.