Li bajaroka Bûdûda ya ku li rojhilatê Ûgandayê ye, ji ber barana zêde erd heziya. Bi dehan kes winda bûn.

Li gorî Xaça Sor a Herêmî 150 mal hatine hilweşandin, 5 kes mirine û 50 kes jî winda ne.

Li herêma Badûdayê ji ber barana zêde erd heziya. Li herêma Badûda her dem rîska hezandina axê heye.

Di sala 2018’an de ji ber ku ava çemekî rabûbû û 41 kes miribûn. Di sala 2010’an de jî dema ku erd heziyabû 100 kes miribûn.

Wezaretê diyar kir ku li herêmê 100 hezar kes ji ber hezîna axê di bin xetereyeke mezin de ne.