Mala Êzidiyan a Kantona Cizîrê di saetên sibehê de 13 welatiyên Êzidî yên ku li Wargeha Holê bûn ku ji aliyê QSD’ê ve hatibûn rizgarkirin radestî Komîteya Dîlan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê kiribûn.
Piştî nîvro welatî gihiştin Şengalê û li Navenda Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) ya Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan welatiyên Êzidî bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin.