Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 7’ê HEZÎRANÊ 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Îmraliyê, doh çûne Îmralî, hevdîtina bi xizmên xwe re kirin û vegeriyan.
&- Mehmet Ocalan ji ajansa Mezopotamyayê re qala hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re kir.
&- Navenda Ragihandina HPGê derbarê çalekiyên hêzên Gerila û bombardumana balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker de agahî da û got, li Dêrsimê, 2 kontrayên artêşa Tirk hatin kuştin.
&- Hêzên Artêşa Tirk ya dagirker, doh li navçeya Mêrdîn Nisêbînê li Çiyayê Bagokê operasyonek berfireh dane dest pê kirin.
&- Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan ya ji bo Azadiyê OHD’ê parêzer Bunyamîn Şeker diyar kir ku, rêveberiya Girtîgeha Xarpêtê, têkoşerên greva birçîbûnê nebirine nexweşxanê.
&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got: “Me tecrîd şikand, em ê faşîzmê jî têk bibin, em ê Stenbolê jî ji qeyûman rizgar bikin.”
&- Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yên HDP’ê Hişyar Ozsoy, bang li desthilatdarî û adeleta Tirkiyê kir û got, operasyon û êrîşên li dijî Kurdan çareseriyê nayînin.
&- Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogûllari diyar kir ku peyva Mebûsê Kurdistanê yê Bînalî Yildirimê AKPyî, ji bo hesabên hilbijartina Stenbolê ye.