Bi tevlîbûna bi hezaran cenazeyê endamê Koordînasyona Êzdiyên Şengal û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ê di necama êrîşa deweta Tirk a 15’ê Tebaxê de şehîd bibû, li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedana bi merasîmeke hayebet hate veşartin.
 
Ji aliyê hezaran kesî ve cenazeyê Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ku di 15’ê Tebaxê de li Geliyê Şilo şehîd bîbû ji Xanesorê ber bi Serdeştê ve hate birêkirin. Piştî ku cenaze gihişt Serdeşta Çiyayê Şengalê cenaze ji gundê Kolka li ser milan birin Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan û li wir bi merasîmekî bi heybet cenaze hate veşartin.
 
Hevjîna Şengalî, kur, bira û malbata wî, ji Mexmûr û Başûrê Kurdistanê bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.
 
Di merasîmê de, posterên Mam Zekî, alên YBŞ û YJŞ’ê hatin hildan. Herwiha dirûşmeyên, ‘Şehîd namirin’, ‘Ey şehîd xwîna te li erdê namîne’,’Zekî namire’ hatin berz kirin.
 
Di merasîmê de axiftin hatin kirin.
 
Herwiha merasîmekî leşkerî ji aliyê şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê ve pêk hat. Di merasîmê de yek ji Fermandarên YBŞ’ê Zerdest Şengalî axivî û got; “Em sersaxiyê ji gelê Kurd û malbata Mam Zekî re dixwazin. Mam Zekî di encama êrîşekî tirsenok de şehîd bû. Meha Tebaxê ji bo me mehekî komkujiyan e. Ji ber vê di mehekî wiha de Mam Zekî kirin armanc. Mam Zekî stûna civaka Êzidî bû. Sembola civaka Êzidî bû. Xwestin di kesayeta Mam Zekî de hemû civaka Êzidî tine bikin. Mam Zedî ji bo tifaka Êzidiyan û xweriya Şengalê de 24 saetan dixebitî. Rola tifaka di nava partî û rêxistina de dilîst. Heta em negihin hedefa Mam Zekî em ê dest ji têkoşînê bernedin. Emê bost bi bost kolan bi kolan şer bikin. Ji bo civaka Êzidî biparêzin. Îro tenê berxwedan para meye. Ji derveyî berxwedanê tiştek din pêşiya me nîne.”
 
Pişt re jî li ser navê malbata Mam Zekî hevjîna Zekî Şengalî axivî û got: “Bila dewleta Tirk baş bizane em ti caran gav di paş de na avêjîn Dayik : Em ticaran dest ji ax û doza xwe bernadin. Bi şehîdan nikarin me çav tirsandî bikin.”
 
Herwiha li ser navê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Sûltan Yildiz axivî, serî de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, gerîla û hevalên wî re sersaxî xwest û got ku wê ji ber êrîşan serî netewînin.
 
Herî dawî Hevserokê Giştî yê Rêveberiya Şengalê Farid Herbo axivî û got:”Weke gelê Şengalê em ê xwîna Zekî Şehîd li erdê nahêlin. Bila dijmin baş bizanibe bi şahadtan wê nekarin me ji hev qut bike. Em ê xewna Zekî Şengalî li Şengalekî xweser de pêk bînin. Xewna wî tifaka gelê Êzidî bû. Dubare hemû mêvanên ji derve hatin bi xêrhatin. “
 
Merasîm bi dirûşma, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
 
RÊ NEHATE DAYÎN KU GELÊ ROJAVA TEVLÎ MERASÎMÊ BIBIN
 
Welatiyên Bakurê Sûriyê ku ji bo beşdarbûna merasîma cenazeyê Mam Zekî Şengalî ber bi Şengalê ve derketibûn rê, ji ber ku hêzên Iraqê destûr nedan derbasî Şengalê bibin, piştî daxuyanî dan paşve vegeriyan.
 
Wê sibe li Serdeşta Çiyayê Şengalê ji bo Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî kon were vedan û sersaxî werin qebûl kirin.