Leşkerên Tirk ên dagirker ên li sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê bi cih bûne, agir berdan zeviyên li ser sînor. Di encama şewatê de zeviyên gudnên Keşto yê girêdayî Serêkaniyê şewitîn bûn xwelî.
Welatiyên herêmê û tîmên vemirandina agir, her çendî agir vemirandibe jî 25 donum zeviyên dexlûdan bûn xwelî.
LI TREBESTPIYÊ ŞEWATEKE MEZIN
Îro agir bi zeviyên gundên başûrê navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ket û piştre şewat derbasî bakur û rojhilatê navçeyê bû. Welatî û tîmên agirvemirînê berê xwe da cihê bûyerê û hewldanên ji bo vemirandina agir dewam dikin. Heta niha bi sedan hektar erd şewitiye û gelek zirarên madî gihîştin herêmê. Agirê li zeviyan hê jî didome.