&- Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 11’ê HEZÎRANÊ 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Prêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, ji bo sibe biçin Îmralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin, îro serî li Serdogzeriya Komarê ya Bursa dan.

&- Nobeta ” Ji Ocalan re azadî” li Fransa bajarê Strasbourgê, di hefteya 364mîn de dewam dike.

&- Platforma Li Dijî Tecrîdê Parastina Jiyanê ya Ewropa, 4’emîn civîna pêk anî û pêvajoya berxwedana grevên birçîbûn û rojiyên mirinê û encama wê nirxandin.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got heta faşîzm têk neçe û Kurdistan azad û Tirkiye jî demokratîk nebe ewê nesekinin.

&- Li navçeya Colemêrg Çelê hêzên Gerîlla darbeyeke giran li Artêşa Tirk dan, 8 leşker hatin kuştin.