Wezîrê Karên Hundir ê Îtalyayê Matteo Salvînî diyar kir ku koçberên hatine rizgarkirin divê ber bi Maltayê ve bên şandin.
Keştiya ji 190 kesî roja Çarşemê ji peravên Maltayê derbas bûbû û bêyî alîkariyê bixwaze berê xwe dabû Îtalyayê. Keştiya bi navê Dîcîottî ya Îtalyayê alîkarî dabû koçberan. 13 kesên li keştiyê, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê.