Hikmet Hebîb îşaret bi girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û xebata li gorî pêşbîniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û da zanîn ku kilîta çareseriyê li gel Ocalan e û dikare aştiyê li herêmê bi rê ve bibe.

Siyasetmedarekî Sûriyê û cîgirê serokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb li ser nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dawîn a der barê çareseriya aloziya Sûriyê de axivî. Hebîb anî ziman ku li gel Ocalan nêrîneke rast ji herêmê bi giştî re heye û gelek kilîtên ku xizmeta gelên herêmê bike, bi hemû pêkhateyên wê, li gel Ocalan hene.

Hikmet Hebîb da zanîn ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser fikr û felsefeya Ocalan ava bû, nimûneya biratiya gelan û jiyana hevbeş e û wiha got: “Ev yek pêkanîna Ocalan di çareserkirina gelek dozên li herêmê de teqez dike.”

Hebîb tekez kir ku ew wek MSD di destpêkê de li çareseriya aştiyane li Sûriyê li ser bingehên demokratîk dikin ku Sûriye pirreng û nenavendî be, her welatiyek bikare di welatê xwe de  xwe azad bibîne.

Hikmet Hebîb anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nameya xwe de li ser yekbûna xaka Sûriyê di çarçoveya çareseriya siyasî li ser bingeha diyaloga niştîmanî nîşan da û wiha got: “Ev çareseriya herî guncaw ji doza Sûriyê re ye û hêviya gelê Sûriyê ye.”

Destwerdana hin dewletan bû sedema dirêjbûna aloziyê

Hikmet Hebîb bi bîr xist ku sedema dirêjbûna aloziya Sûriyê encama destwerdana hin dewletan e û wiha got: “Ji ber ku ev dewlet tenê ji bo derbaskirina berjewendiyên xwe, dûrî daxwazên gelê Sûriyê dixebitin, wekî çawa niha li Bakurê Sûriyê pêk tê, Rûsya herêmên Idlibê bombebaran dike û Tirkiye desteka komên terorê dike.”

Hikmet Hebîb îşaret bi girîngiya diyaloga Sûrî-Sûrî û xebatê li gorî pêşniyarên Ocalan kir û diyar kir ku Ocalan dikare aştiyê li herêmê bi rê ve bibe.                      

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di serdana birayê wî ya roja yekê ya cejna Remezanê de, tekez kir ku divê gelê Bakurê Sûriyê bêhtir ji bo azadiya xwe tê bikoşe, her wiha divê hemû gelê Sûriyê tev li vê têkoşînê bibe da ku parastina yekbûna Sûriyê bike, divê gelên Sûriyê jiyana hevbeş bi hev re bidomînin, eger vê yekê pêk bînin, dê tu hêz bi wan nekare.

(jo/kc)

ANHA